Hezîran 25, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • Piştî şerê li Ukraynayê zêdetirî 12 mîlyon mirov koçber bûn

Berdevkê Netewên Yekgirtî di meha çaran a şerê Rûsyayê li Ukraynayê de ragihand ku ji ber vî şerî zêdetirî 12 milyon Ukraynî koçber bûne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Stîvan Dûjarrîc berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja îniyê bi dema herêmî got: Li gor rapora Emîn Ewez Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî li krîza Ukraynayê, li rojhilatê vî welatî şer û pevçûnên giran ji sivîlan re astengî û sosretî çêkirine û rê li ber gihandina xwarek, ava vexwarinê û elektrîkê girtine.

Berdevkekî Neteweyên Yekbûyî banga gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê kir da ku alîkariya sivîlan bikin.

Berî niha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Roja Cîhanî ya Penaberan de gotibû ku şerê Ukraynayê mezintirîn û zûtirîn pêvajoya awarekirina xelkê li Ewropayê ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve pêk anî.

Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî da zanîn ku hejmara penaxwazan li cîhanê gihiştiye asta herî bilind û got, hejmara giştî ya aware û penaberan li cîhanê gihîştiye 100 milyon kesî.

Serepeyv