Hezîran 25, 2022 14:56 Asia/Tehran
  • Zaxarova: YEyê dê ji bo endamtiya Ukrayna û Moldovayê berdêlên giran bide

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Îniyê bi şev got ku biryara serokên Yekîtiya Ewropayê(YE) ya qebûlkirina Ukrayna û Moldovayê wekî berendamên vê yekkîtiyê dê encamên neyînî hebin.

Li gor nûçeya Reutersê, Marya Zaxarova ev pêngav weke hewldanek ji bo derbasbûna nav qada nifûza Rûsyayê ya li welatên Hevberjiwendî yên Serbixwe (CIS) yên Yekîtiya Sovyeta berê bi nav kir.

Zaxarova di daxuyaniyekê de got: "Bi biryara dayîna statûya berendambûnê ji Ukrayna û Moldovayê re, YE piştrast kir ku ew ê bi awayekî aktîf îstîsmarkirina welatên serbixwe yên CIS di asta jeopolîtîk de bidomîne da bi vî awayî ji Rûsyayê re astengî û berbendan çê bikin."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha hişyarî da ku ew li ser encamên neyînî yên pêngaveke wiha nafikirin, YE îdealên xwe yên demokratîk dike qurbana pêşkeftina bêsînor û koletiya siyasî û aborî ya cîranên xwe.

Rêberên Yekîtiya Ewropî hevdemê meha çaremîn a şerê li Ukraynayê roja Pêncşemê li hev kirin ku berendamtiya Ukrayna û Moldovayê di nav Yekêtiya Ewropayê bipejirînin.

Serepeyv