Hezîran 21, 2022 12:42 Asia/Tehran
  • Serokê Hilbijartî yê Kolombiyayê: Qasim Silêmanî mîmarê têkbirina DAIŞê bi alîkariya ereb û kurdan bû

Gustavo Petro, serokomarê çep ê nû hilbijartî li Kolombiyayê, di tweeter de nivîsî: "Silêmanî mîmarê têkbirina DAÎŞ’ê, bingehperestiya faşîst li Iraqê ye ku bi Kurd û Erebên Sûriyê re dijminê mezin ê demokrasiyê têk bir. Lê Amerîka ew bi terorkirinê xelat kir. Amerîka her tim li herêmê yên herî xirab, xurt dike."

Gotinên serokomarê hilbijartî yê Kolombiyayê derbarê şehîd serdar Qasim Sulêmanî de di demekê de ye ku Amerîka veberhênanên giran dikir ji bo têkbirina Gustavo Petro û Amerîkî komployên xwe yên li dijî Kolombiyayê bi dawî nakin ji ber ku Kolombiya hewşa veşartî ya Amerîkayê bû li Amerîkaya Latîn.

Gustavo Petro, endamê berê yê koma gerîlla ya 19ê Avrêlê ku soza guherînên aborî û civakî yên kûr da, roja Yekşema borî di hilbijartinên serokatiyê yên Kolombiyayê de bi ser ket û bû yekem siyasetmedarê çep di dîroka vî welatî de ku posta serokomariya vî welatî bi dest têxe.

Serepeyv