Hezîran 14, 2022 23:27 Asia/Tehran
  • Firokeyeke leşkerî ya Amerîkî kete xwarê

Firokeyeke leşkerî ya Amerîka ku 5 endamên hêzên Marînz tê de bûn, li başûrê wîlayeta Kalîforniyayê ket xwarê.

Jêderekî ji artêşa Amerîkî ji ajansa “AFP” re ragihand, ew firoke li nêzîkî herêma Glamîs a 35 km dûrî sînorê Meksîkayê ket xwarê û heta niha ti agahî li ser çarenivîsa kesên tê de bûn nehatine zanîn.

Diyar kir jî: “5 endamên Marînz ên deryayî di firokeyê de bûn, û em li benda piştrastkirina rewşa wan hemûyan in.”

Wî jêderî destnîşan kir ku tîmên pizîşkî û ambulansên leşkerî gihîştine cihê bûyerê.

Li tora civakî hat belav kirin ku wê firokeyê madeyên tîşkder hilgirtiye, lê artêşa Amerîkî ew nûçe red kirin.

Hat diyarkirin ku ew firoke ji cureya MV-22B Osprey ye û ser bi Baregeha Hêza Asmanî ya Marînzên Camp Pendleton e.

Serepeyv