Hezîran 14, 2022 14:45 Asia/Tehran
  • Li Brîtanyayê hejmara kesên bi nexweşiya xuriya meymûnan ketine derket 470 kesî

Li gor daxuyaniya Ajansa Tenduristî û Ewlehiyê ya Brîtanyayê li vî welêt hejmara kesên ku bi nexweşiya xuriya meymûnan ketine gihîştiye 470 kesî.Xurî

Li gorî rapora IRNA`yê, amarên hikûmetê li Brîtanyayê 104 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa xuriya meymûnan ragihandine. Bi vê amaran hejmara giştî ya tûşbûyan li vî welatî gihişt 470 kesan.

Li gorî Ajansa Tenduristî û Ewlehiyê ya Brîtanî (UKHSA), ji pêketiyên nû yên ku li Brîtanyayê heya 12ê Hezîranê hatine tespît kirin, 452 kes li Îngilîzê, 12 kes li Skotlandê, 2 kes jî li Îrlanda Bakur û çar jî li Walesê ne.

Li gorî Ajansa Tenduristî û Ewlehiyê ya Brîtanî, piraniya kesên ku pê ketine li Londonê dijîn. Ajansê daxwaz ji xelkê kiriye ku ger li ser çermê wan bilbilên sor bibînin biçin navendên tenduristiyê.

Ev vîrus bi gelemperî li navend û rojavayê Afrîqayê tê dîtin, lê di hefteyên dawî de gelek pêketî li welatên curbicur hatine dîtin. Pisporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hefteya borî ji ber belavbûna vê vîrusê dilgiraniya xwe anîn ziman.

Serepeyv