Hezîran 14, 2022 13:23 Asia/Tehran
  • Li Burkîna Fasoyê di êrîşeke çekdaran de 100 kes mirin

Jêderekî ewlekarî ragihand ku di êrîşeke çekdarên terorîst de li devereke gundewarî li Burkîna Faso nêzîkî sînorê Nîcer herî kêm 100 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Jêderê ewlekarî yê ku navê wî nehat zanîn zêde kir ku çekdaran di êrîşa roja Yekşemê de tenê mêr kirine armanc û ziyan negihandine jin û zarokan.

Heya niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê êrîş li navçeyên sînorî yên ku rêxistina El Qaîde û çekdarên girêdayî koma terorîst a DAIŞê lê çalak in, pêk hat.

Ji aliyeke din ve jî çavkaniyeke herêmî ku nexwest navê wî were girtin diyar kir ku di destpêkê de hejmara miriyan 165 kes bûne.

Berdevkê hikûmeta Burkîna Faso Lionel Bilgo got ku heta niha termê 50 kesan hatine dîtin, lê ev ne dawî ye.

Wî anî ziman ku leşker mal bi mal lêgerînê dikin.

Welatê Rojavayê Afrîqayê şerê komên çekdar dike. Van koman di heman demê de karîbûn bikevin welatê Malî yê cîranê Burkina Faso.

Grûpên têrorîst ên wek El-Qaîde û DAIŞ`ê gelek êriş li Burkîna Faso pêk anîne û karîne beşek ji vî welatî û herwiha Nîcer jî bixin bin kontrola xwe.

Serepeyv