Hezîran 07, 2022 18:12 Asia/Tehran
  • Johnson serokwezîrê Brîtanyayê ma

Endamên Parlemana Brîtanyayê careke din deng dan ku Boris Johnson bibe Serokwezîr.

Ji ber eşkerebûna partiyên ku li ofîsa serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di dema qedexeyên berfireh ên Koronayê de hatine girtin, ew kete ber rexneyên tund bi sûça binpêkirina qedexeyan. Johnson ev partî di demekê de li dar xist ku welatiyên Brîtanî ji ber qedexeyên qanûnî, nedikarîn heval û xizmên xwe bibînin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, komîteya Partiya Muhafezekar li parlemana Brîtanyayê ku bi navê Komîteya 1922`an tê nasîn, sibeha roja sêşemiyê ragihand ku dengê bêbaweriyê bo serokwezîrê "Boris Johnson" bi 211 dengên Na û 148 dengên Erê têk çû û ew wek serokwezîr ma.

Endamên Parlemana Brîtanyayê deng nedan bêbaweriyê bo serokwezîrê "Boris Johnson" .

Johnson piştî ku dîsa ser posta serokwezîriyê ma, got: Pêwîst e em nakokiyan bidin aliyekî û dengdana pêbaweriyê careke din derfetê dide me ku em proseya bihêzkirina abûrî berdewam bikin û ji ber enflasyonê em rastî şert û mercên dijwar hatine, û em tekezî li ser dabînkirina pêdiviyên xelkê dikin bi kêmkirina xerciyan û kontrolkirina lêçûnên jiyanê.

Serepeyv