Hezîran 06, 2022 11:30 Asia/Tehran
  •  Dûhatên Riswatiya PartyGate’ê; Çi çarenûsek li benda serokwezîrê Brîtanyayê ye?

Borîs Canson serokwezîrê Brîtanyayê hefteyeke dijwar li pêşberî xwe dibîne; hefteya ku dikare bi wêdadayîna wî ji serokatiya Partiya parêzkar û destpêbûna şêwirînan ji bo peydakirina dewsgirê wî bi dawî bibe.

 

Li gorî rapora Euro Newsê, Heta niha 25 nûnerên parêzkar nameyên xwe yên şandî bo serokê Komîteya Partiyê bi awayê aşkira weşandine. Ew beşek ji hevpartiyên birêz Canson in ku piştî weşandina berûlayên zêdetir ji riswatiya PartyGate’ê, baweriya xwe bi wî û dewleta wî ji dest dane û ji serokê Komîteya endamên taybet ên Partiya Parêzkar ku fraksiyonek li meclîsa gelemperî ya Brîtanyayê ye, xwestine ku civîna dengê baweriyê bo serokê Partiyê ji nû va li dar bixe.

Kedkarên ofîsa Canson di Kanûna 2020î da û di germegerma cihanîna qanûnên qerentîneya gelemperî ji bo kontrolkirina Vîrûsa Koronayê mêvanî û cejneke bêyî berçavgirtina tu yek ji sînordariyên koronayî li dar xistin û bi weşandina dîmenên wê wek PartyGate deng veda. Birêz Canson heta niha tenê bi daxwazên berdewam ên lêborînê ji gelê Brîtanyayê li hemberî zextên gelemperî û partiyên siyasî ji bo istîfakirina ji serokwezîrtiyê li ber xwe daye; Lê hevpartiyên wî bi ragihandina nîgeraniya xwe ji zêdebûna bêbaweriya gelemperî derheqê Partiya Parêzkar hewileke nû ji bo wêdadayîna Canson dest pê kiriye.

Helbet lidarxistina civîna dengê bawertiyê yên endamên Partiya Parêzkar hewcetî bi raberkirina fermî ya daxwaza herî kêm 45 nûnerên vê partiyê heye.

 

Serepeyv