May 30, 2022 12:58 Asia/Tehran
  • Wezîra karên derve ya Fransayê dê serdana Ukraynê bike

Katrîn Kolona, Wezîra karên derve ya Fransayê dê serdana Ukraynê bike da yekem wezîrê fransî be ku ji destpêka şêrr va diçe vî welatî.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîra karên derve ya Fransayê Wezîra karên derve ya Fransayê di vê serdanê da dê di gel Vlodîmîr Zelenskî serokkomarê Ukraynê bicive û amûrên ewlehiyê yên medenî (kamiyonên agirkuj û ambûlans) yên Franstyê radestî rayedarên Ukraynê bike.

Kanala BFM a Fransayê bi weşandina nûçeya vê serdanê hêvîdarî kir ku ev serdan bibe amadekarî ji bo serdana Macron bo Ukraynê.

Emmanuel Macron serokkomarê Fransyê ji demeke beriya destpêbûna şêrr bi têkiliyên berdewam di gel hevpêşeyên xwe yên ûris û ukraynî hewil da ku bi navê welatê xwe an Ewropayê navcîtiyê bike. Bi tevî destpêbûna şêrr di 24ê Sibatê da jî hewildanên xwe yên dîplomatîk domandin.

Di şêwirîna herî nû da wî û Olaf Schultz serokwerzîrê Almanyayê bi rêya telefonê têkilî di gel Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê girt.

Di vê gotûbêja sêalî da serokkomarê Fransayê û serokwezîrê Almanyayê careke din tekez kir ku  gotûbêjên navbera Mosko û Kiyêvê divê bi rêzgirtina li hakimiyet û yekparçetiya Ukraynê pêk bên.

 

 

Serepeyv