May 28, 2022 20:36 Asia/Tehran
  • Bihayê petrolê nêzîkî 120 dolarî bûye

Bihayê petrolê hefteya borî ji sedî 6 zêde bû û ji 119 dolarî derbas bû.

Li gorî nûçeya Reutersê, her bermîleke petrola Brent 2 dolar û 3 sentan zêde bû û bi 119,43 dolarî tê firotin û her bermîla  nefta xav a Amerîkayê jî bi 98 sentan bilind bûye û bi 115,07 dolarî tê firotin.

Hefteya borî nirxê nefta Brent ji sedî 6 û nirxê nefta xav a Amerîkayê jî ji sedî 1,5 zêde bû.

Li gorî vê raporê, zêdebûna nirxê petrolê ji ber daxwaza zêde ya sotemeniyê li cîhanê ye. Analîstê bazarê John Kildoff got: "Daxwaza ji bo berhemên sereke zêde bûye, nemaze ji bo benzînê ku bûye sedem bihayê nefta xav jî zêde bibe."

Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li ser ambargoya neftê ya Rûsyayê muzakere dikin ku şandina neftê bi keştiyan qedexe dike, lê cezayên boriyê taloq dike da ku welatên wekî Macarîstanê werin qayilkirin.

Berxwedana Macaristanê li hember sizayên petrolê û nerazîbûna welatên din cîbicîkirina pakêta şeşemîn a sizayan ji aliyê 27 endamên Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê rawestandiye.

Serepeyv