Xuriya meymûnan gihîştiye 20 welatên cîhanê
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje ku wê raporên li ser nêzîkê 200 bûyerên nexweşiya xuriya meymûnan (Smallpox) li zêdetirî 20 welatan wergirtine.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li raporekê belavbûna xuriya meymûnan di nav mirovan de bi "kontrolkirin" wesif kir. Vê dezgeha navneteweyî her weha banga depokirina vaksîn û dermanên berdest ji bo dermankirina xuriya meymûnan kir da ku wan bi rengek adilane li çaraliyê cîhanê belav bike.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, gelek pirs derbarê çawaniya belavbûna xuriya meymonan di nav mirov de bêbersiv dimînin.
Li Afrîkaya Navîn û rojavayê Afrîqayê pircaran ji ber têkiliya bi heywanan re nexweşiya xuriya meymûnan çêdibe û li deverên din ên cîhanê belav nebûye.
Karbidestên Spanî roja Înîyê ragihandin ku li wî welatî 98 haletên nexweşîya xuriya meymûnan hatine tespît kirin.
Vîrûsa xuriya meymûnan bi riya seks û têkiliya bi xwêdana mirovekî nexweş bi birînên çerm û her weha bi karanîna tiştên hevpar ên wekî nivîn û destmal tê belav kirin. Lê li gor bijîjkan pêwendiya belavbûna nexweşiya xuriya meymûnan bi meyla zayendî ve girêdayî nîne û eger neyê dermankirin ev nexweşî dikare di nav xelkê de belav bibe.