May 27, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Pikenê rexne li gotinên Sekreterê gişt ê NATOyê girt

Wezareta derve ya Çînê ji Sekreterê gişt ê NATOyê xwest ku dev ji gotinên xwe yên neberpirsyarane berde.

Yêns Stûlênbêrg, Sekreterê gişt ê NATOyê 24ê Gulanê di civîna Dabînkirina Ewlehiya Ewropayê da ku li kêleka Komcivîna Cîhanî ya Aboriyê nasyar bi civîna Davosê li Swîsê hat lidarxistin, li dijî Çînê axivî.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Wang Winbîn, berdevkê Wezareta derve ya Çînê roja Înê ragihand: Pikenê ji Sekreterê gişt ê NATOyê xwest ku dest ji reftara ducûre û tawanbarkirina Pikenê bikişîne.

Wî got: Sekreterê gişt ê NATOyê berdewam qala gefa Çînê dike û Piken vê pêvajoyê bi tundî şermezar dike.

Sekreterê gişt ê NATOyê gotibû: Sînordariyên taybet di pêwendiyên ticarî û aborî tev Rûsiye û Çînê li ser xêra ewlehiya welatên rojavayî ye.

 

Serepeyv