May 25, 2022 18:25 Asia/Tehran
  • Li Teksasa Amerîkayê di êrişeka çekdarî de herî kêm 21 kes hatin kuştin

Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê Duh li dibistaneke seretayî ya Teksasê, kesekî gulle li xwendevan û fêrkaran reşandin û di encamê de 21 kes ku 18 ji wan zarok bûn kuştin.

Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê duh Sêşemê 24ê Gulana 2022yan li dibistaneke seretayî êrîşeke çekdarî pêk hat. Êriş li dibistana Uvaldeyê ya ku biqasî 600 xwendevan lê perwerdeyê dibînin çêbûye.

Li gor Hakimê Wilayeta Teksasê Grig Abot, kesê gumanbarekî 18 salî ku navê wî Selvador Ramos e, di êrîşê de hatiye kuştin, herwiha du efserên polîs jî birîndar bûne.

Senatorê Teksasê Roland Gutierrez ragihand ku di êrişê de 18 zarok û 3 kesên din canê xwe ji dest dane.

Hemû dibistanên li bajarokê hatin girtin û navber dan perwerdeyê û hat ragihandin ku tîmên SWAT ên ku polîsên San Antonîoyê bo cihê bûyerê hatin şandin û aliyên peywendîdar bi awayekî çalak der barê bûyerê da lêpirsînê dikin.

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden jî piştî ku ji serdana xwe ya Asyayê vegeriya û li Qesra Spî civîneke rojnamavanî li dar xist û got ku wî dema dest bi kar kir, dua kirine ku ew neçar nebe axaftinek wiha bike.

Biden bi bîr xist ku beriya hefteyekê li bajarê Buffalo yê New Yorkê êrîşeke çekdarî pêk hat û bal kişand ser zêdebûna tundiya çekdarî ya li wî welatî û got: “Em dê kengê ji bo Xwedê li ber lobiya çekan bisekinin?”

Serokê Amerîkayê bang li Kongreyê kir ku firotina çekan bi rêkûpêk bike û got: “Her çend hemû bi temamî rê li ber êrişên çekdarî neyş girtin jî, em dikarin pêşî li gelek êrişên çekdarî bigrin û divê gav bên avêtin. Ez niha ji vê mijarê westiyame.”

Biden herwiha got, "Êrîşên bi vî rengî yên bi çekdarî li deverên din ên cîhanê kêm in. Li wan deran jî mirovên ku derûniya wan ne aram hene, mirovên bi pirsgirêkên malbatî hene, lê gulleberdanên bi vî rengî yên girseyî ti carî ewqasî ku li vir diqewmin, li wan deran naqewme. Ji ber vê yekê çima li Amerîkayê wisa ye? Û Çima divê em bi vê komkujiyan re bijîn?"

Serepeyv