May 22, 2022 22:42 Asia/Tehran
  • Ukrayna pêşniyara agirbestê ya bi Rûsyayê re red kir

Şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê pêşniyara agirbesta bi Rûsyayê re û radestkirina herêmên ketî bin destê Rûsyayê bo vî welatî red kir.

Li gorî rapora Iran Press`ê, rawêjkarê serokkomarê Ukraynayê êvariya Şemiyê pêşniyara rojavayî ya ji bo agirbesta li gel Rûsiyê û mayîna hêzên Rûsiyê li navçeyên dagirbûyî red kir û got: Agirbest di berjewendiya Kremlînê de ye, lê divê Moskow têk biçe. 

Mikhail Podoliak destnîşan kir ku helwesta Kîevê yaderbarê şer her ku diçe bêtawîztir dibe, Podoliak angaşt kir ku dayîna tawîzan ji Rûsyayê re dê ji Ukraynayê re encama xwe ya berevajî heye, ji ber ku Moskow piştî standina her tawîzekê bi tundî xebitiye tawîzeke din bistîne.

Podoliak got, "Divê hêzên Rûsyayê welatê me biterikînin, piştî wê dê mumkun bibe ku hevdîtinên aştiyê bidomin."

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dîmîtrî Kolba di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Bild a Almanî herî dawî nerazîbûna xwe li hember cudakirina beşek ji axa welatê xwe ragihandibû û di dewamê de diyar kiribû: Em razî nabin ku xaka [Ukraynayê] were parçekirin, em ji dîplomasiyê re amade ne, eger agirbest gava yekem bibe ji bo çareseriyê û bibe sedema azadkirina axa Ukraynayê, ti astengî li pêşiya agirbestê namîne.

Serepeyv