May 21, 2022 16:38 Asia/Tehran
  • Rûsya: Kargeha Azovstal bi temamî ketiye destê Rûsyayê

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov şeva borî ragihand, grûpa dawî ya Yekeya Azov ku di Kargeha Azovsalê de asê mabûn, çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên wan kirine.

Konashenkov got, hejmara wan kesan bi giştî 2 hezar û 439 kes bûn û ji 16ê Gulanê ve grûp bi grûp ji wir derketine. Konashenkov herwiha da zanîn ku Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê serokê welat derbarê derketina wê grûpê û kontrolkirina bajarê Mariupolê de bi temamî agahdar kiriye.

Grûpek ji Yekeya Azovê ser bi artêşa Ukraynayê bo demeke dirêj di Kargeha Azovstalê ya bajarê Mariupolê de asê mabûn, piştî hêzên Rûsî bajar kontrol kirin, wan jî xwe radestî hêzên Rûsî kirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsya Igor Konashenkov got, "Navçeya Kargeha Azovstal li Mariupolê ku tê de grûpek çekdarên Ukraynî ser bi Naziyên Azovê ji 21ê Nîsanê ve asê mabûn, bi temamî hatiye rizgarkirin. Jêrzemînên ku leşkeran xwe tê de veşartibûn bi temamî di bin kontrola Hêzên Rûsî de ne. Ji 16ê Gulana îsal ve di operasyonan de, 2 hezar û 439 Naziyên Azov û leşkerên Ukraynî ku di nava kargehê de bûn çekên xwe danîn û xwe radest kirin. 20ê Gulanê grûpa dawî ku ji 531 kesan pêk dihat xwe radest kirin. Kesê ku wek "Fermandarê" Naziyên Azovê tê naskirin û xelkê Mariupol jê hez nakin û dixwestin ji ber tawanên kirine wî ceza bikin, bi panzêreke taybet ji navçeya kargehê hat veguhestin. Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê General Sergey Shoigu, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê dawîbûna operasyonê û rizgarkirina kargeh û bajarê Mariupolê de ji çekdarên Ukraynî bi temamî agahdar kiriye."

Hêza Azovê, yekîneyeke zêrevaniya niştimanî ya Ukraynayê ye, bingeha wê li Mariupolê ye. Azov ji 2014an ve wek hêzeke çekdarî ya xwebexş hat damezrandin, ji wê demê ve li Herêma Donbasê şerê Rûsyayê dike. Hejmara wan wek texmîn 2500 serbaz dibe. Piştî nêzîkî du meh dorpêçkerina wan, roja Duşemê wan çekên xwe danîn û xwe radestî Rûsyayê kirin.

Serepeyv