May 21, 2022 11:11 Asia/Tehran
  • Li Fransayê hikûmeta nû hat avakirin

Li Fransayê piştî ku Jean Castex û hikûmeta wê îstifa kir, Elisabeth Borne wek serokwezîr hat destnîşankirin û kabîneya xwe ya nû ragihand.

Kabîneya nû ya Fransayê ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Qesra Elysee Alexis Kohler ve hat eşkerekirin, ji 27 navan, 13 jin û 14 mêran pêk tê.

Catherine Colonna, Balyoza niha ya Fransa li Londonê, weke Wezîra Ewropa û Derve ya Fransa hat destnîşankirin.

Wezîrê Navxwe Gerald Darmanin, Wezîrê Aboriyê Bruno Le Maire û Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti peywira xwe berdewam kirin. Herwiha Pap Ndiaye ku bi eslê xwe Senegalî ye wek Wezîrê Perwerde û Ciwaniyê hat tayînkirin.

Wezîrê berê yê Herêmên Wî Aliyê Deryayê Sebastien Le Cornu dê wekî Wezîrê Berevaniyê û Berdevkê Hikûmetê yê berê Gabriel Attal jî dê wekî Wezîrê Karûbarên Lêçûnên Giştî berdewam bikin.

Wezîrê Navxwe Gerald Darmanin bi helwesta xwe yê ewlekariyê, çavgirtina li hember tundiya polîsan, girtina mizgeft û komeleyên misilmanan dertê pêş.

Li dijî Wezîrê Dadê Dupond-Moretti dozên bertîl û gendeliyê hene.

Herwiha Olivia Gregoire wek Berdevka Hikûmetê hat destnîşankirin û ji bo wezaretên dewletê navên nû hatin tayînkirin.

Emmanuel Macron di 24ê Nîsanê de ji nû ve wek Serokkomarê Fransayê hat hilbijartin.

Serokwezîrê berê yê Fransayê Jean Castex di 16ê Gulanê de biryara îstifakirina xwe û hikûmetê pêşkêşî Macron kiribû û ev yek hatibû qebûlkirin.

Bi tayînkirina Elisabeth Borne ji bo Serokwezîrtiyê di dîroka Komara 5emîn a Fransayê de hejmara jinên ku ji bo posta Serokwezîrtiyê hatin tayînkirin derket 2yan.

Kabîneya nû dê roja Duşemê bi serokatiya Macron civîna xwe ya yekem li dar bixe.

Serepeyv