May 20, 2022 12:28 Asia/Tehran
  • Sedî 10 welatiyên Koreya Bakûr bi Koronayê ketine

Koreya Bakûr ragihand ku hejmara miriyên Vîrûsa Koronayê li vî welatî bû 65 kes.

Ajansa fermî ya Koreya Bakûr (KCNA) bi weşandina dîmenên têkoşîna dijî Koronayê ragihand ku bi sedan kes ji yekîneyên bijîşkî yên artêşa Koreya Bakûr bi yûnîformên leşkerî di halê amadebûna li Piyong Yang û bajarên din ên vî welatî ji bo têkoşîna dijî Koronayê ne.

Li gorî rapora roja Înê ya IRNAyê, Koreya Bakûr roja borî amara tomarkirî ya tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li vî welatî derdora sedî 10 ji nifûsa 26 miliyonî ya vî welatî da zanîn.

 

Serepeyv