May 19, 2022 21:31 Asia/Tehran
  • Moskow: 1730 mîlîşên Ukraynayî li Mariupolê teslîm bûn

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 1,730 leşker û mîlîtanên neteweperest ên Ukraynayê ji roja Duşemê vir ve li kargeha Azofestalê ya li herêma Mariupolê xwe radestê hêzên Rûsyayê kirine.

Îgor Konaşênkov Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro di rapora xwe ya rojane têkildarî rewşa opêrasyona artêşa wî welatî li Ukraynê da got ku hêzên bejayî yên rûs di encama opêrasyoneke taybet da li Ukraynayê di mideha rojekê da bi top û rokêtan 350 çeperên hêzên çekdar ên Ukraynayê kirin armanc.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê herwiha got: Hêzên bejayî yên artêşa Rûs bi mûşek û topan 6 navendên fermandetîyê, 295 cihên kombûna hêz û leşkeran û alavên leşkerî yên hêzên çekdar û 43 top û hawanavêjên artêşa Ukraynayê tevî du stasyonên şerê elektronîk kirin armanc.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê herwiha ragihand ku zêdetirî 770 mîlîşên neteweperest ên Azov roja Çarşemê li kargeha Azofestal a Mariupola xwe radest kirin û bi giştî hezar û 730 kesan ji roja duşemê va heta nika xwe radest kirine. Hemû milîtanên birîndar ên ku hewcedariya wan bi tenduristiyê hebû ji bo dermankirinê şandin Nexweşxana Nova Azovskê ya Komara Gel a Donetskê.

Ajansa Sputnik a Rûsyayê li ser zarê Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku ku hêzên esmanî yên Rûsyayê li Nîkolayev û Donetskê sîstemên berevaniya esmanî yên S-300 û Bûk-1 îmha kirine û herwiha artêşa Rûsyayê 15 firokeyên bêfirokevan û 11 depoyên Ukraynayê jî li Donetskê kirine armanc.

Serepeyv