May 17, 2022 18:26 Asia/Tehran
  • Stoltenberg: Pêwîst e hemû endamên NATO bi yek helwestê tevbigerin

Sekreterê NATOyê da xuyakirin, Tirkiye hevpeymaneke giring e û divê daxwazên wê yên derbarê ewlekariyê de bên gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Wezîrê Derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonê encamdan.

Stenltenberg li ser twîtterê da xuyakirin, wî bi Çavuşoglu re li ser biryara Fînlanda û Swîdê bo endamtiya NATOyê axivî ne û da xuyakirin ku Tirkiye hevpeymaneke bi nirx e û divê gumanên wanê derbarî ewlekariyê de werin gotûbêjkirin.

Stoltenberg got, di vê dema dîrokî de, pêwîst e hemû welatên endam bi yek helwestî tevbigerin.

Berdevkê Koşka Spî jî da xuyakirin, ew bawer dikin, derbarî proseya endamtiya Fînlanda û Swêdê de, bi Tirkiyeyê re bigihin rêkeftinê.

Ev yek piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê ragihandibû, Enqere egera ku Fînlanda û Swêd bibin endamên NATOyê erênî nabîne, ji ber ku “welatên Skandînavyayê mêvandariya rêxistinên terorîstî dikin.”

Serepeyv