May 16, 2022 09:16 Asia/Tehran
  • Inglîzê daxwaza damezirandina NATOya cîhanî kir

Wezîra karên derve yê Inglîzê daxwaza "Peymana NATOya cîhanî" kir û îdia kir ku damezirandina hevpeymaniyeke wiha derfetê ji bo şopandina rûdanan li navçeya Oqyanûsa Aram û Oqyanpûsa Hindê dabîn dike.

Lîz Truss, Wezîra karên derve yê Inglîzê di civîna nefermî ya wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê li Berlînê îdia kir ku ewlehî li Ewropayê di rewşa endamtiya Fenland û Swêdê di vê hevpeymaniya leşkerî da dê xurt bibe.

 

Wê got: Siyaseta deriyên vekirî yên NATOyê pêwîst e û eger ev du welat biryara tevlîbûna li vê hevpeymaniyê bidin, diyar e ku ewlehiya Ewropa û hevpeymaniyê dê xurt bibe.

Di halekî da ku berfirehbûna NATOyê ber bi rojhilat va tûşî dijayetiya tund a welatên navçeyê bûye û siyasetên destwerdanê yên NATOyê li cîhanê jî tûşî rexneyên tund bûye, Wezîra karên derve yê Inglîzê daxwaza damezirandina hevpeymaniyeke nû weke NATOyê kir û got: Hevpeyman divê pişta Ukraynê ji bo bidestxistina amûrên standard ên NATOyê bigirin û herî zûtir topxane, fêrkarî û pisportiya pêwîst ji bo Ukraynê dabîn bikin.

 

Serepeyv