Li Ekvadorê di girtîgehekî de şer û pevçûn derketin: 43 kes mirin
Li girtîgehekî Ekvadorê de şer û pevçûn derket û 43 kes mirin. Hat ragehandin şer di navbera du çeteyên dijî yek yên li girtîgehê de derketiye.
Li welatê Amerîkaya Başûr a Ekvadorê, di navbera çete û qaçaxçiyên madeyên hişber de şer û pevçûn derket û di wan bûyeran de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di destpêka sala 2021ê û pê de mafya û çeteyên dijî hevdu bi hev re ketine şer û pevçûnan û di pevçûna şeşem de jî gelek mirov mirin û di wan pevçûnan de heta naha 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Girtîgeha du saetan bi wesayîtê nêzîkî bajarê Quito ya bi navê Santo Damingo de los Tsachilas bi tewdîrên ewlehiya bilind tê kontrol kirin, lê li gel wê jî ew pevçûn derketin û piştre zêdetirî 200 polîsên komando girtîgeh ji nû ve kontol kirin. Lê dîsa jî nekarîn pêşî li mirina 43 girtiyan bigrin û dibe ku hejmara miriyan zêdetir jî bibe.