May 06, 2022 22:06 Asia/Tehran
  • Li Çînê hejmara kesên ku di encama hilweşîna avahiyekê de mirin derket 26 kesan

Li bajarê Changsha yê navenda Çînê hejmara kesên ku di encama hilweşîna avahiyeke 8 qatî de mirin derket 26 kesan.

Avahiya 8 qatî ku otêlek, gelek yekîneyên niştecihbûnê û sînemayek tê de bûn, Îniya borî hilweşiya. Lê belê sedema hilweşîna vê avahiyê hîn nehatiye diyarkirin.

Televîzyona CCTV ya Çînê roja Pêncşemê ragihand ku piştî ku termên nû hatin dîtin, jimara kuştiyên ji ber hilweşîna avahiyek li Changsha ji pêncan derket 26 kesan.

Niha bi sedan rizgarker li cihê bûyerê ne. Piştî bûyerê 20 kes jî bê ser û şûn bûne.

Polîsên bajarê Changsha 9 kes girtin ku di nav wan de xwediyê avahiyê ye.

Serokê Çînê Xi Jinping daxwaza lêkolînê li ser sedema bûyerê kir.

Serepeyv