May 01, 2022 11:54 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Kabulê de 5 kes mirin û birîndar bûn

Li rojavayê Kabulê di encama teqîna otomobîleke rêwiyan de 5 kes mirin û birîndar bûn.

Efganîstan di van rojên dawî de li gelek deverên vî welatî ji wan mizgeftên Kabul, Mezar Şerif û Qundûz şahidê teqîn û êrişên terorîstî bûne û bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin. Piraniya van teqînan ji aliyê koma têrorîst a DAIŞê ve hatine encamdan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, çavkaniyên giştî ragihandin ku êvariya şemiyê li rojavaya Kabulê di encama teqînekê de 3 jin hatin kuştin û 2 jin jî birîndar bûn.

Di vê qezayê de îhtimala zêdebûna hejmara kuştiyan heye.

Çavkaniya han herwiha eşkere kir ku birîndar bo dermankirina baştir rakirine nexweşxana Wezîr Ekber Xan.

Çavkaniyên nûçeyan jî roja Înê ragihandin ku bi sedan kes di encama teqîna bombeyeke vedayî li mizgefteke Şîeyan li bajarê Kabul (paytexta Efxanistanê) şehîd û birîndar bûne.

Koma Talîbanê ku ji 15ê Tebaxa 2021ê vir ve li Afganîstanê desthilatdar e, soz da ku ew ê li seranserê welêt ewlehiyê ava bike.

Serepeyv