Nîsan 28, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Efganistanê di encama du teqîn de heya vê demê bi kêmanî 9 kes mirin

Li bajarê Mezar Şerîf ê bakurê Efganistanê teqîn di 2 mînîbusên bombebarkirî de pêk hatin, herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Mezar Şerîf ê eyaleta Belxê li dijî du mînîbusan êrişeke bombeyî pêk hat.

Polîsê parêzgehê ragihand ku di êrişan de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.

Polîsan da zanîn ku pir muhtemel e jimara kuştiyan zêde bibe, wan herwiha diyar kir ku rêwiyên Şîî bûne armanc.

Berdevkê polîsê parêzgeha Belxê Asîf Wezîrî ji AFP’ê re got: “Dijminên Efganistanê di navbera gelê me de alozî û dubendiyê çêdikin.”

Hefteyek beriya van teqînan, di êrîşa bombeyî ya li ser mizgefteke Şîeyan ya li Mezar Şerîf de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.

Serepeyv