Nîsan 28, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Amerîka ji bo alîkariya Ukraynayê hewl dide Rûsyayê bixe nav lîsteya 'welatên piştgirê terorê'

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ragihand, ji ber operasyona Rûsya li Ukraynayê, dibe ku rêveberiya Amerîkayê Rûsyayê têxe lîsteya “dewletên ku piştevaniya terorê dikin”.

Blinken di rûniştina Kongressê de di bersiva pirseke Senatorê Komarî Lindsey Graham de got: “Em lêkolîna wê yekê dikin. Pisporên yasayî jî vê yekê lêkolîn dikin.”

Blinken îdia kir: “Tu gumanên min tune ku Rûsya, terorê li hember gelê Ukraynayê dike.”

Rojnama “Washington Post” di destpêka vê mehê de ragihandibû, Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky ji hevtayê xwe yê Amerîkî Joe Biden xwestibû ku Rûsyayê bixîne nav lîsteya Amerîkî ya terorê.

Pêştir, Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki gotibû, ew nikare ti daxuyaniyê di vî warî de bide. Lê Wezareta Derve ya Amerîka piştrast dike ku ev mijar di lêkolînê de ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniya Rûsyayê zêdetirî ji carekê ragihand ku operasyona wê ya leşkerî li Ukraynayê sivîlan nake armanc.

Serepeyv