Nîsan 27, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Gazpromê gaza Polanda û Bulgaristanê birî

Kompaniya Gazprom a enejiyê ya Rûsî bi hinceta ku bi rubleyê perê xwe nadin, gaza Bulgaristan û Polandayê birî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Gazpromê, ji 26ê Nîsanê pê ve Kompaniya Bulgargaz a Bulgaristanê û Kompanya PGNÎG a Polandayê ji bo meha nîsanê perê xwe wekî ruble nedan.

Ji kompaniyan re hati gotin ku divê hûn ji 1ê Nîsanê pê ve heqê gaza xwe wekî ruble bidin û wiha hat gotin, "Ji ber ku bi rubleyê perê heqê gaza xwe nedan, Gazpromê gaza Bulgaristan û Polandayê bi temamî birî."

Di heman demê de Macarîstan ji zarê Gazprom a Rûsyayê ragihand ku derbasbûna gazê ji Bulgaristanê ber bi Macaristanê ve dê serbixwe bibe.

Li gorî Macarîstanê, şandina gazê bo vî welatî dê bi rêya Sirbistanê jî li gor girêbestekê bê encamdan.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn di 23yê Adarê de planek daxuyandibû ku weke bersiva cezayên Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê, heqê gaza sirûştî ya wî welatî ji bo “48 dewletên ne dost”, êdî wekî ruble were dayîn. Putîn ji bo vê yekê di 31ê Adarê de biryarname îmze kiribû.

Hefteya borî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, weke bersiva cezayên Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê, bîryar da ku gaza Rûsyayê bo 48 dewletên ne dost, bi Rûbleyê bê firotin.

Nêzîkî 40% ji gaza xwezayî ya ku li welatên endamên Yekîtiya Ewropî tê xerc kirin ji Rûsyayê tê. Ev gaza xwezayî ji bo germkirina avahiyên niştecihbûnê, hilberîna elektrîkê û dabînkirina gaza ku ji hêla pîşesaziyê ve hewce dike wekî hêza herikandina (ajotina) aboriya welatên Ewropayê tê bikar anîn.

Serepeyv