Nîsan 26, 2022 09:14 Asia/Tehran
  •  Elon Musk platforma medya civakî ya Twitter'ê kirrî

Elon Musk, xwediyê Tesla û SpaceX, platforma medya civakî Twitter bi 44 milyar dolaran kirî.

Musk ji bo kirîna Twitterê bi desteya rêvebir a kompanyayê re dest bi danûstandinan kiribû.

Di nûçeya The New York Times'ê de hat ragihandin ku pêvajo bi lez pêş ket û aliyan li ser dema firotinê û hûrgiliyên pêvajoyên darayî gotûbêj kirin.

Musk destnîşan kiribû ku ji bo kirrîna Twitterê 46,5 milyar dolar terxan kiriye.

Elon Musk, rêveberê sereke yê kompanyaya Tesla Inc. e û tê texmînkirin ku dahata wî 259 mîlyar dolarên Amerîkî be.

Serepeyv