Nîsan 24, 2022 12:15 Asia/Tehran
  • Bi dehan penaber li peravên Tûnisê xeniqîne û bê ser û şûn bûn

Karbidestekî ewlekarî yê Tûnisê piştrast kir ku 4 qayiqên (botên) ku koçber tê de bûn li peravên vî welatî binav bûn û herî kêm 12 koçberên Afrîqî hatin kuştin.

Karbidestekî ewlekarî yê Tûnisê ji Reutersê re ragihand ku herî kêm 12 koçberên Afrîqî hatin kuştin û 10 kesên din jî bê ser û şûn bûn, piştî ku 4 botên ku koçber tê de bûn li peravên Tûnisê binav bûn.

Endamê payebilind ê Ewlekariya Peravê ya Tûnisê Elî Eyar diyar kir ku di qayiqan de 120 koçber tê de bûn.

Rayedarê Tûnisî amaje bi wê yekê jî kir, ku 98 kesên di keştiyan de li peravên Sefaqis hatine rizgarkirin.

Binavbûna qeyiqan ji aliyê koçberên welatên Afrîqa û hin welatên herêma Rojavayê Asyayê ve dema ku dixwestin xwe bigihînin welatên Ewropayê, di van salên dawî de bûye sedema gelek qurbaniyan.

Serepeyv