Nîsan 23, 2022 00:14 Asia/Tehran
  • Amarên şehîdên teqîna terorîstî ya îro li Mizgefta Îmam Sahib li Qundûza Efxanistanê

Hejmara şehîdên teqîna terorîstî ya îro Înê li Mizgefta Îmam Sahib li parêzgeha Qundûz li bakurê Efxanistanê gihîşt 33 kesan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Associated Press`ê, Zabîhullah Mucahîd, berdevkê hikûmeta demkî ya Talîbanê li Efxanistanê ragihand ku di encama êrişa terorîstî de 43 kesên din jî birîndar bûne.

Berî niha jî çavkaniyên nûçeyan yên Efxanistanê ragehandibûn ku, di encama êrîşa terorîstî ya li ser mizgefta Îmam Sahib ya bajarê Qunduzê de 30 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Duh jî li nêzîkî balafirxaneya Kunduzê li ber xaleke kontrolê ya Talîbanê otomobîleke bombekirî teqiya û di encamê de 17 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çapemeniya Afganîstanê jî danê êvarê ragihand ku li Kabulê li ber avahiya Wezareta Bazirganiyê bombeyek hatiye teqandin.

Di encama teqînê de hejmarek kes mirin û birîndar bûn.

Serepeyv