Nîsan 19, 2022 21:40 Asia/Tehran
  • Berdewamiya berxwedana serbazên Ukraynayê li beşeke biçûk ya bajarê Mariupolê

Tevî ku Rûsyayê kontrolkirina bajarê Mariupolê ragihandiye, lê belê li wî bajarê başûrê rojhilatê Ukrayanyê ku dikeve ser Deryaya Azov, paşmayê Artêşa Ukraynayê hêj jî berevaniyê dike û şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de li wê derê berdewam e.

Rûsyayê ragihandiye ku bqajarê Mariupolê bi temamî xistiye bin kontrola xwe lê belê şahidan ji çavkaniyên nûçeyan diyar kirine ku hîn li hin deverên bajêr serbazên ukraynî li ber xwe didin. Ji aliyê din ve serokê Şaredarê Mariupolê Vadim Boichenko dibêje: Li Mariupolê di encama êriş û bombebarana Rûsyayê de zêdetirî 10 hezar sivîl canê xwe ji dest dane.

Şahid dibêjin me li derdora Mariupolê gelek kes dîtin, ku termên kes û hezkiriyên xwe binax dikin.

Nişteciyekî Mariopolê dibêje, “Diyar e li wê derê çend term hene, du an sê term nizanim. Lê ez ji duyan piştrast im. Nizanin li ku binax bikin.”

Beşeke piçûk a Mariupolê di destê serbazên Ukraynayê de maye, ku ew jî qada pîşesaziyê ya Azovstalê ye. Di vîdyoyekê de xuya dibe ku serbazên Ukraynayê, ne tenê xwe radest nakin, berevojî wê yekê êrîşî arteşa Rûsyayê jî dikin.

Lê eger di demek nêzîk de li ser vekişandina wan serbazan lihevkirinek çênebe, dibe ku çarenûsa wan wek 4000 serbazên Ukraynî be, ku Rûsya dibêje li Mariupolê hatine kuştin.

Serepeyv