Rûsyayê jibo teslîmbûna hêzên ukraynî li Mariupolê mecalek dîyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333326-rûsyayê_jibo_teslîmbûna_hêzên_ukraynî_li_mariupolê_mecalek_dîyar_kir
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê di daxûyanîyekê da ji hêzên ukraynî yên li Mariupolê xwest ku çekên xwe daynin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2022 17:08 Asia/Tehran
  • Rûsyayê jibo teslîmbûna hêzên ukraynî li Mariupolê mecalek dîyar kir

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê di daxûyanîyekê da ji hêzên ukraynî yên li Mariupolê xwest ku çekên xwe daynin.

Îgor Konaşênkov Berdevkê pillebilind ê Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand: Heke hêzên ukraynî li Mariupolê heta siet 6ê danê sibeya roja yekşwmê çekên xwe daynin, dê parastî bin.

Konaşênkov herwiha got: Heta nika hezar û 464 hêzên ukraynî xwe li Mariupolê radestî hêzên ûris kirine.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê duh jî di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên vî welatî karîne hemî deverên şarê Maryopolê ji hêzên ukraynî ramalînin û tenê hejmarek kêm a hêzên uraynî li karistana polayê ya Ozûtsalê mane.

Pevçûnên giran li şarê Mariupolê ku cemsera pîşeyî ya Ukraynayê dihat hesêb, çend hefte ne ku didomin.