Nîsan 17, 2022 18:32 Asia/Tehran
  • Rûsyayê derbarê ihtimala şerê bi NATOyê ra hişyarî da

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê ihtimala qewimîna pevçûna tesadufî di navbera wî welatî û NATOyê da li cemsera bakur hişyarî da.

Rûsyayê ji Kanûna sala 2021ê va derbarê zêdexwazîyên NATOyê li rojhilata Ewropayê hişyarî da û hin pêşnîyarên garantîyên emnî raberî Amerîka û NATOyê kirin lê ew pêşnîyar nehatin qebûlkirin.

Îro jî hat ragihandin ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê dîyar kir, tevlîbûna Fenland û Siwêdê nav NATOyê dê alîkarîyê nede pêkanîna ewlehî û pêbawerîyê li cemsera bakur.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê herwiha di daxûyanîya xwe da ragihand: Taloqkirina karê Konseya Cemser Bakur, dê xeterên emnî ji vê herêmê ra bîne û welatên rojavayî nikarin bêyî Rûsyayê pêşketina mayinde li cemsera bakur garantî bikin.

Ji hêla din va, hevgavê roja 53yê ya şerê Rûsyayê li Ukraynayê, Moskowê êrişî çend bajarên sereke yên Ukraynayê ji wan Kîyêva paytex kir. Di 24 saetên buhurî da, bajarên Livîv û Xarkîv jî ketin ber êrişan. 

Ukraynayê jî idia kir ku sîstema berevanîya esmanî ya vî welatî çend mûşekên kurûz ên Rûsyayê li nêzîkî sînorê Polonyayê jorda xistine.

Volodimîr Zelensky serokoamrê Ukraynayê jî derbarê rewşa giran a mirovî li Mariupolê careka din hişyarî da û got: Heke bajarê Mariupolê bikeve destê Rûsyayê, eva tê wateya bidawîhatina gotûbêjên digel Rûsyayê. 

Serepeyv