Zelensky: Li Mariupolê bi kêmanî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333291-zelensky_li_mariupolê_bi_kêmanî_20_hezar_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje, li bajarê Mariupol ku di bin dorpêça Rûsyayê de ye, 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye ku 5 hezar ji wan zarok in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2022 05:09 Asia/Tehran
  • Zelensky: Li Mariupolê bi kêmanî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje, li bajarê Mariupol ku di bin dorpêça Rûsyayê de ye, 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye ku 5 hezar ji wan zarok in.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê berdewam e û niha Mariupol ku dikeve herêma Donbasê, bûye navenda şer û her ku diçe hêzên Rûsî dorpêça li ser bajar teng û tundtir dikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî îro di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa Mariupolê kir û Rûsya bi wê yekê tometbar kir ku rê nade xelkê sivîl ku ji bajar derkevin.

Zelensky îdia dike: “Li bajar (Mariupol) rewş ber bi başiyê ve naçe û 5 hezar ji wan zarok, bi kêmanî 20 hezar kesan jiyana jiyana xwe ji dest dane.”

Serokê Ukraynayê di berdewamiya axaftina xwe de spasiya hêzên artêşa welatê xwe jî kir ji ber “berxwadan”a li hember hêzên Rûsî li Mariupolê û got, “leşkerên Ukraynayê yek ji girîngitîn erkê xwe bicih tînin.”

Di dewamê de Zelensky dibêje: Wek pêwîst alîkariya wan nayê kirin û diyar kir, “Mariupol dil vî şerî ye, hindî ku ew lê bide em şer dikin û bihêz dibin, eger lênede pêgeha me dê lawaz bibe.”