Nîsan 15, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Keştiya şêrr a Rûsiyê ji ber teqîna cebilxaneyê noqim bû

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku keştiya şêrr a "Moskva"yê di dema kişandinê di rewşa bahozê da ji ber "Teqîna cebilxaneyê" noqimî avê bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê ragihand ku keştiya şêrr a Moskva'yê ya vî welatî di dema kişandinê li nav bahozê da ji ber ziyana ku di dema teqîna cebilxaneyê da li bedena wê ket, noqim bû.

 

Fermandariya Operasiyona Başûr a Ukraynê berbanga roja Pêncşemiyê îdia kir ku "Moskva" ketiye ber mûşekên dije-keştî yên Neptune'ê yên vî welatî û di halê noqimbûnê da ye.

Li gorî rapora Ajansa dewletî ya Tass'ê, Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê her wiha ragihand: Keştiya şêrr a Moskva'yê di dema kişandinê bo bendergeha diyarkirî da, ji ber ziyana ku di encama teqîna cebilxaneyê piştî agirpêketinê li bedena wê ket, hevsengiya xwe ji dest da û di nava bahoza giran da noqim bû.

Moskva di rastiyê da baştirîn keştiya şêrr komkeştiyên Deryaya Reş a Rûsiyê û keştiya sereke ya projeya 1164 bû.

Vê keştiya şêrr sala 1983an bi navê Slava (şikomendî) xebata xwe dest pê kir. Sala 1996an navê niha yanî "Moskva" lê hat kirin. Çeka sereke ya vê keştiya şêrr mûşekavêja 16 P-1000 e.

 

Serepeyv