Nîsan 14, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • Hêza Deryayî ya Rûsyayê piştrast kir ku papora şerker a Moskvayê bi giranî zirar dîtiye

Piştî îdiaya Ukraynayê ku 2 mûşek li keştiya şer a Rûsyayê ketiye, medyaya fermî ya Rûsyayê piştrast kir ku papora Rûsyayê ya bi navê "Moskva" li Deryaya Reş zirareke mezin dîtiye û kedkarên wê jê derketine.

IRNA: Piştî îdiaya Ukraynayê ku 2 mûşek avêtine gemiya şer a Rûsyayê, medyaya fermî ya Rûsyayê piştrast kir ku papora deryayî ya Rûsyayê ya bi navê  "Moskva" li deryaya Reş zirareke mezin dîtiye û karmend û kedkarên wê jê derketine.

Li gorî nûçeya ajansa Tass, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê rûdana qezayekê li keştiya RTS Moskva ya fîloya Behra Reş piştrast kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji Tassê re ragihand ku xebatkarên keştiya Moskvayê (keştiya alahilgirê fîloya deryaya Reş) ku zirareke mezin dîtiye ji vê keştiyê derketine.

Li gorî agahiyan, şewata ku li keştiyê derket, bû sedema teqîna cebilxaneyan. Medyaya dewletê ya Rûsyayê derbarê sedema şewatê de ti agahî nedan.

Karbidestên Ukraynayê îdia kirin ku mûşekên rêberî yên dijî keştiyê yên li peravê bi cih bûne, li Moskva ya ku ji navenda fîloya Behra Reş a li Sevastopola Kirimê dixebitî, ketin.

Waliyê Odessa Maxim Marchenko roja Sêşemê di telgrafekê de got ku hate piştrast kirin ku keştiya mûşekî ya Moskvayê îro çûye cihê ku nobedarên me yên sînor şandine Girava Mar. Mûşekên Neptûn ên Ukraynayê ziyanek mezin gihandin vê keştiya Rûsyayê û ew ji kar xistine.

Serepeyv