Nîsan 13, 2022 23:43 Asia/Tehran
  • Zêdeyî hezar leşkerên Ukraynayê li Mariupolê xwe radestî hêzên rûs kirin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 1000 leşkerên Ukraynayê li bajarê bendera Mariupolê yê dorpêçkirî ji aliyê Rûsyayê xwe radestî hêzên vî welatî kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê û "Ramzan Kadîrov" fermandarê hêzên Çeçenistanê, yê nêzîkî Moskowê îro çarşemê ragihand ku zêde ji hezar marînzên Ukraynayê li bajarê Mariupolê xwe radest kirine.

Ajansa Rûsî diyar kir ku hezar û 26 leşkerên Ukraynayê yên girêdayî Lîwaya 36. a deryayî çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên rûs kirine.

Di vê navberê de, Kadîrov di daxuyaniyekê de got ku zêdetirî 1000 leşkerên Ukraynayê li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî xwe radest kirine û bang li hêzên ku li kargeha pola ya Azov Estal a li bajêr bi cih bûne, kir ku xwe radest bikin.

Serepeyv