Serokwezîrê nû yê Pakistanê daxwaza xurtkirina pêwendiyên di gel Îranê kir
Nîsan 12, 2022 09:06 Asia/Tehran
Serokwezîrê nû yê Pakistanê tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyên dualî tev Komara Îslamî ya Îranê kir.
Şehbaz Şerîf serokwezîrê nû yê Pakistanê roja Duşemê got: Îran birayê me yê Îslamî ye û em daxwaza pêwendiyên baş di gel vî welatî dikin.
Serokwezîrê nûbijartî yê Pakistanê bihêzkirina pêwendiyan di gel welatên cînar wek binaşeya siyaseta dewleta xwe ya derveyî da zanîn.
Wî her wiha got: Îslam Ava daxwaza xurtkirina herî zêdetir a pêwendiyên dualî di gel Îranê nemaze di beşên aborî û bazirganiyê da dike.
Wî her wiha tevî eşareta bi vîna welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyên dostane bi welatên din ên navçeyê ra, pêşketina navçeyê girêdayî bi hevahengî û hebûna têkiliyê di navbera welatên navçeyê da zanîn.