Nîsan 10, 2022 22:45 Asia/Tehran
  • Ukrayna: Goreke nû ya komî hatiye dîtin ku meytên sivîlan tê de bû

Rûsya ragihand ku hêzên wê navendeke artêşa Ukraynayê ya li kantona Dnipropetrovsk a rojhilatê welat hilweşand, di heman demê de rayedarekî herêmî yê Ukraynayê da zanîn ku wan goreke komî dîtine ku ji termên bi dehan sivîlên ukraynayeyî pêk tê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov di civîneke çapemeniyê de got: "Duh bi şev moşekên ji aliyê deryaya bajarê Zvonetskoye ya kantona Dnipropetrovsk ve hatin avêtin, navendeke fermandariyê û nuqteya hêzên Dnipro ruxand."

Li gorî RT, Konashenkov diyar kir ku hêzên Rûsyayê bi moşekan, dikên moşekên "S-300" ên artêşa Ukraynayê yên li derdora gundê Starobogdanovka yê navçeya Nikolaev (Mykolaev) û li balafirgeha leşkerî Chuguyev li navçeya Xarkov ruxandin.

Konashenkov destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 8 dronên artêşa Ukraynayê û çekên hewayî 86 caran Ukraynayê kirin hedef, ji wan navenda fermandariyê, depoya cebilxaneyan, 3 depoyên sotemeniyê, 3 barhilgirên moşekan, 49 dever û cihê wesayitên şer ên Ukraynayê.

Îstîxbarata leşkerî ya Brîtanyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê hîn jî bombeyan bi kar tîne, da ku liv û tevgera Ukraynayîyan sînordar bike.

Lê Rûsyayê hedefgirtina sivîlan red dike û got, 'Ev yek "operasyonên taybet" e ji bo bêçekkirina Ukrayna û têkbirina "tevgerên Nazî" li cîranê wê yê rojava ye."

Reuters eşkere kir ku rayedarekî herêmî yê Ukraynayê got, wan duh goreke nû li gundê Buzova yê nêzî paytexta Keîv dît û tê de termên bi dehan sivîlên ukraynayeyî heye.

Têkildarî mijarê serokê  herêma Dmitrievka Taras Dedic ji kanala Ukraynayê eşkere kir ku wan term di çaleke nêzî stasyona sotemeniyê dîtine, lê heta niha hejmara miriyan ne diyar e.

Li aliyekî din, Moskov û Keîv pevguhartina dîlgirtiyan ragihandin.

Cîgira serokwezîrê Ukraynayê Irina Vereshuk got, duh pevguhartina dîlgirtiyan çêbû û ev cara sêyem ku pêk tê, li ser vê yekê Moskow 26 kes radestî Keîv kirk u 12 ji wan leşker bûn.

Serepeyv