Nîsan 10, 2022 15:35 Asia/Tehran
  • Ji îro serê sibeyî hilbijartinên serkomariya li Fransa dest pê kirine

Di hilbijartinên îro yên serkomariya Fransa de 12 berbijar ji bo posta serkomariyê hevrikiyê dikin.

Îro saet 08.00 sibeyê bi dema Fransa û 0:06 GMT(Gerînvîç) li seranserî Fransa hilbijartinên serkomariyê dest pê kir.

Di hilbijartinên han de 12 berbijar hevrikiyê dikin ku ji wan 4 jin û 7 jî mêr in û dengdan dê saet 19.00 bi dema Fransa (17.00 bi dema GMT) xilas bibe lê li hinek bajaran dê saetekê dirêj bibe.

Serkomarê niha yê Fransa, Emmanuel Macron yek ji berbijaran e.

Eger berbijar nekarîn dengên pêwîst, ku li gorî qanûnên Fransa zêdetirî nîvê dengan e, bi dest bîne dê hilbijartin derbasî dora duyem bibe. Di dora duyem de du namzedên ku dengên herî zêde bi dest anîne dê hevrikiyê bikin, kîjanê zêdetir deng anî ew ê bibe serkomar.

Li Fransa 48.7 milyon kes dikarin dengên xwe bidin.

Kampanyayên namzedan ku ji nîvê şeva roja Înê ve hatine rawestandin, dê heta dawiya dengdanê û ragihandina encamên destpêkê ku biryar e saet 20:00ê êvarî roja Yekşemê were lidarxistin, qedexe ye.

Serepeyv