Li Pakistanê hikûmeta Îmran Xan hat hilweşandin
Li Pakistanê parlementoyê bi dengdana bêbaweriyê ji bo Îmran Xan, hikûmeta wî hilweşandm û ji namzedên posta serokwezîriyê xwest berbijariya xwe ragehînin.
Li Parlementoya Pakistanê roja 9 Nîsanê rûniştina dengdana pêbaweriyê di saet 11:30an de dest pê kir û di 13:00an de bi dawî hat.
Di dengdana pêbaweriyê ya ji bo hikûmeta Serokwezîr Îmran Xan de 174 dengên "na" derketin. Hikûmet di bin benda 172yan de ma û ket.
Îmran Xan li Pakistanê, bû yekem serokwezîrê ku bi dengdana bêbaweriyê ji kar hat dûrxistin.
Îmran Xan diyar kir ku li pişt hewldana xistina hikûmetê Amerîka heye û got, “Hejmarek parlementer berî çend heyvan çûbûn Balyozxana Amerîkayê ya li Îslamabadê û li wir ji wan re gotin ku dê li dijî Serokwezîr Îmran Xan dengdana pêbaweriyê were kirin.”
Îmran Xan ragihandibû ku ew dê tu carî hikûmeteke ji derve pesend neke û ji bo êvara 10ê Nîsanê bangewaziya derketina kolanan li xelkê kiribû.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Pakistanê bi biryara xwe ya 7ê Nîsanê rê li ber dengdana pêbaweriyê li dijî Serokwezîr Îmran Xan vekiribû.
Parlementoya Neteweyî ya Pakistanê ji 342 parlementeran pêk tê, ji bo xistina hikûmeta Serokwezîr Îmran Xan pêwîstî bi 172 dengan hebû.
Pêşniyara dengdana pêbaweriyê ya li dijî Îmran Xan di 28 Adarê de bi 161 dengan hatibû qebûlkirin.
Piştî ku hikûmeta Îmran Xan hat hilweşandin, Meclisa Netewî ya Pakistanê ragihand kesên ku dixwazin bibin namzedên serokwezîriyê heta çend saetan dikarin bi belgeyên pêwîst serîlêdanên xwe pêşkêşî parlementoyê bikin.
Parlamentoya Pakistanê biryar e roja Duşemê li ser serokwezîrê bê, dengdanê bide.
Li gor jêderên nûçeyan; Şehbaz Şerîf serokê partiya Muslim Lîg û serokê partiyên opozisyonê li Meclisa Netewî ya Pakistanê dê ji aliyê opozisyona Pakistanê ve ku niha piraniya parlemanê bi dest xwe ve xistiye, ji bo posta serokwezîriya Pakistanê bê berbijêrkirin.