Nîsan 09, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • Li Burkîna Fasoyê di êrîşa çekdarî ya li dijî baregeha leşkerî da 16 kes mirin

Artêşa Burkîna Faso di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama êrişa çekdaran li ser baregeheke leşkerî de 16 kes ku ji wan 12 leşker û 4 çekdar in hatine kuştin û 21 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya artêşa Burkina Faso, li navçeya Sanmatenga yekîneya leşkerî ya bicîh bibû ji aliyê grubeke terorîstan ve rastî êrîşekê hat ku di encamê de 12 leşker û 4 kesên êrişkar hatin kuştin 21 kes jî birîndar bûne.

Li welatê Malî ya cîranê Burkina Faso, grubên terorîst ên ser bi El Qaîde û DAIŞê, ji sala 2015ê ve li bakur û rojhilatê Burkina Faso êrîşan pêktînin.

Li gor amarên hikûmetê ji sala 2015ê heta Kanûna sala 2021ê zêdetir ji 600 endamên hêzên ewlehiyê û bi giştî jî 2 hezar kesan di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Nerazîbûna li hember nekarîna hikûmeta Burkîna Fasoyê ji bo parastina welatiyên xwe, bûye sedema xwepêşandanan di nav kolanên wî welatî de, ku di dawiyê de bû sedema darbeya leşkerî ya meha Çile ya îsal.

Serepeyv