Nîsan 09, 2022 13:26 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Kremlîn: Dibe ku di demeke nêz de operasyona taybet bi dawî bibe

Piştî 45 rojan Rûsyayê ragihand ku “operasiyona taybet” dibe ku di “demeke nêz” de bi dawî bibe. Li aliyekî din artêşa Rûsyayê wêrankirina binesaziya leşkerî ya Ukraynayê didomîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Kunaşenkov ragihand ku hêzên Rûsyayê bi sedan çeteyên ewropî li Mariupolê dorpêç kirine. Her wiha destnîşan kir ku îstîxbarata Rûsyayê peywendiyên çeteyan qut kirine.

Her wiha diyar kir ku hêzên herêma Donetsk bi piştevaniya Rûsyayê dê Mariupolê bi temamî kontrol bikin.

Li aliyekî din Ukraynayê bang li civata navneteweyî kir ku çekên dîtir jê re bişîne û cezayên tundtir li Rûsyayê ferz bike. Ukraynayê ragihand ku di êrişeke bi moşekan ya li dijî stasyoneke trênê de herî kêm 52 kes hatine kuştin.

DYA, YE û Brîtanya ev êriş şermezar kir ku di heman roja serdana seroka Komseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen a Kîevê de pêk hat. Der Leyen ji bo piştgiriyê bide tevlêbûna Ukraynayê di YE`yê de, serdana Kîevê kir.

Kremlînê duh ragihand ku “operasyona taybet” dibe ku di “demeke nêz” de bi dawî bibe piştî ku armancên xwe bi rêya hêzên li ser erdê û danûstandinan pêk bîne.

Serepeyv