Nîsan 06, 2022 23:37 Asia/Tehran
  • Tunis: Daxuyaniyên Erdogan nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Tunisê daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî jihevxistina parlamentoyê wek destwerdanekê di karên hundir de bi nav kir û got nayên qebûlkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tunisê daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî jihevxistina parlamentoya Tunisê wek destwerdanekê di karên hundir ên welêt de bi nav kir û li dijî têkiliyên biratî yên di navbera her du welatan û gelan de ye.

Di çarçoveya piştgiriya Ixwan Muslimên de Erdogan duşemê biryara jihevxistina parlamentoya Tunsiê rexne kir û bi berovajîkirina demokrasiyê û derbeyek li dijî vîna gelê tunisî bi nav kir.

Wezareta Karên Hundir a Tunisê sêşemê yanî piştî rojekê ji daxuyaniyên Erdogan, daxuyanî da û got: “Em ji daxuyaniya serokomariya Tirkiyê şaş man. Tunis pabendî têkiliyên xurt bi dewletên cîran û dost re ye ku bingeha wê hevkarî, hevgirtin, şêwirîn û bawerî ye. Di heman demê de Tunisê girêdayî serxwebûna biryara xwe ya nîştimanî ye û bi tundî hewldanên destwerdanê li dijî serdestî û vebijêkên gelê xwe yan jî çêkirina gumanan di demokrasiya wê de red dike.”

Wezaretê destnîşan kir ku Tunis azad e û gelê wê xwediyê serdestiyê ye. Ew tenê dikare xeta pêkanîna azadiya rasteqîn diyar bike ku ewlehî, rûmet û destkeftiyan diparêze.

Serepeyv