Nîsan 05, 2022 22:28 Asia/Tehran
  • Li Ekvadorê di girtîgehekî de şer derket û 20 girtî mirin

Li girtîgehekî Ekvadorê di navbera çeteyan de şer û pevçûn derket û 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, gelek girtî jî birîndar bûn.

Li girtîgeha El Turin a li bajarê Cuenca ya Ekvadorê, şeva borî dengê teqînan û dengên çekan bilind bû. Çeteyên ku li beşa herî bi ewlehiya bilind a girtîgehê de diman di navbera xwe de şer kirin.

Hat ragehandin di şer û pevçûna di navbera çeteyan de 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 5 jê giran 10 girtî jî birîndar bûne.

Pevçûna ku demek dirêj ango bi demjimêran berdewam kir de, grubekî girtiyan jî derketin ser banê girtîgehê û daxwaza alîkariyê kirin. Bi sedan polîs û leşkeran jî destwerdan li bûyerê kirin.

Dema ku li girtîgehê çete di navbera hev de ketin şer û pevçûnê, gelek malbatên girtiyan jî li pêş deriyê girtîgehê kombûn û derbarê merivên xwe de dixwastin agahiyan wergirin.

Derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Ekvadorê jî ragehand: Şaneyên di girtîgehê de  li hember çeteyên ku dixwazin desthilatê bi temamî bixin dest xwe serî rakirin û bi 800 polîs û 200 leşkeran ve bûyerên li girtîgehê hatin kontrol kirin. Pevçûn rawestane lê li girtîgehê hîn girtiyên çekdar hene.

Li Ekvadorê di 65 girtîgehan de nêzîkî 39 hezar girtî hene. Di pevçûnên sala borî yên di navbera girtiyan de jî 316 kes miribûn.

Serepeyv