Nîsan 05, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Fransayê jî komek dîplomatên Rûsî dîport kirin

Fransa jî wek hin welatên din ên Ewropayê Rûsya derheq komkujiya li bajarê Bucha yê Ukraynayê tawanbar kir û biryar da ku komek ji dîplomatên Rûsî ji welatê xwe der xîne.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku 35 dîplomatên Rûsî ji welatê xwe der dikin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, çalakiyên wan dîplomatên Rûsî li dijî asayîşa Fransayê ye û karê wan ê pêşî jî parastina ewlehiya xelkê Fransayê ye.

Ev biryara Fransayê jî di çarçoveya wan kiryaran de ye ku Yekîtiye Ewropayê li hember Rûsyayê girtine ber xwe.

Hevdemê vê yekê, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron roja Duşemê di hevpeyvînekê de ligel radyoya wî welatî wek berteka li hember wêneyên kesên ku li bajarê Bucha hatine kuştin, daxwaza boykotkirina berhemên petrolê yên Rûsî kir.

Ji bilî Fransayê, Almanya 40, Belcîka 21, Holanda 17, Îrlanda 4 dîplomat û Çekya dîplomatkarekî Rûsî û Lîtwanya jî Balyozê Rûsî ji welatê xwe der kirine, heta niha hejmara dîplomatên Rûsî yên ku hatine derkirin, gihîştiye 119 kesan.

Heta niha li hemberî van kiryarên welatên ewropî li dijî Rûsyayê vî welatî ragihand ku ew ê ji bo tolhildanê 10 dîplomatên 3 welatên Baltik dersînor bikin.

Serepeyv