Nîsan 04, 2022 09:13 Asia/Tehran
  • Guhertinên siyasî yên bilez li Pakistanê / Parliman û Kabîneya dewletê hatin hilweşandin

Gengeşeya siyasî di navbera dewlet û aliyê dijber li Pakistanê di dawiyê da bû sebeb ku roja Yekşemiyê plana nebûna baweriya bi Imran Xanê serokwezîrê were redkirin û parliman û kabîneya dewletê were hilweşandin.

Roja Yekşemiyê gavekê piştî hilweşandina parlimana neteweyî ya Pakistanê, wezîrê ragihandinê yê vî welatî jî hilweşiyana fermî ya kabîneya dewletê ragihand.

Di vî halî da Dîwana Bilind a Pakistanê bertek nîşanî biryara serokatiya parlimanê ya şêwaza bikaranîna desthilata xwe ji bo redkirina plana dengê nebûna baweriyê li dijî serokwezîr û piştra hilweşandina parlimanê ji aliyê serokkomartiyê va da.

Saziya Dadweriyê ya Pakistanê komîteyeke taybet ji bo vekolandina deqîq û  tam a şêwaza redkirina plana standina baweriyê ji serokwezîrê ji aliyê cîgirê serokê Parlimanê vî welatî va erkdar kir.

Li pey guhertinên bilez ên têkildarî gengeşeya siyasî di navbera dewlet û aliyên dijber li Pakistanê, roja Yekşemiyê û demek piştî redkirina plana standina baweriyê ji Imran Xanê serokwezîr ji aliyê Parlimana Neteweyî û destûra serokkomariyê ji bo hilweşandina parlimanê, Saziya Dadweriyê ya vî welatî jî li ser mijara hilweşandina Parlimanê, hikmê hilweşandina Kabîneya dewletê da.

 

Serepeyv