Nîsan 03, 2022 22:25 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 6 kes mirin

Li eyaleta Kalîfornyayê ya Amerîkayê êrîşeke çekdarî pêkhat û herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya polîs êrîş li bajarê Sakramento ya ser bi eyaleta Kalîfornyayê pêkhatiye û li gor vîdyoyên di medya civakî de jî hatine parvekirin, mirov ji cîhê bûyerê direvin û gelek ambulans ji cîhê bûyerê re tên veguhestin.

Polîs ragehand, di bûyerê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, 10 kes jî birîndar bûne. Derbarê bûyerê de agahiyên hûr nehatin belav kirin.

Bûyerên wiha li Amerîkayê hema bibêjî her roj diqewmin û hegera sereke ya wê jî azadbûna çekên germ di destê xelkê de ye ku şirîket û karterên çek û sîlahan ji bo berjiwendiya xwe nahêlin qanûnên astengkirin û bibandorkirina çek û sîlahan yên li destê xelkê qanûn bên pejirandin.

Serepeyv