Nîsan 03, 2022 11:02 Asia/Tehran
  • Zelensky: Hêzên Rûsyayê li bakurê Ukraynayê mayinan datînin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky îdia kir ku hêzên Rûsî dema ku ji bakurê Ukraynayê vedikişin li herêmê mayinan datînin.

Li gorî rapora şemiyê bi şev a IRNA`yê, Zelenskî bêyî pêşkêşkirina delîlan di peyameke vîdeoyî de îdia kir: Hêzên Rûsî hemî deverên bakurê Ukraynayê mayn danîne; malên xelkê, alav û heta laşê kuştiyan jî hatine mayinkirin.

Qaymeqamê  Chernihiv Vyacheslav Chaus jî roja Şemiyê hêzên Rûsî bi çandina mayînan li herêmê tawanbar kir û di televizyona netewî de got: “Gelek mayn hatine bikaranîn. Gund tijî mayin in.

Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kolba şeva Înê îdia kir ku vekişîna hin hêzên Rûsî dibe ku hewldanek ji bo amadekariya êrîşek din li ser Donbassê ye.

Şerê li Ukraynayê niha ketiye meha xwe ya duyemîn û di demekê de ku Serokê Ukraynayê ragihandiye ku 16 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî piştrast kiriye ku heta niha tenê 1351 kes hatine kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şer de zêdetirî 3,7 mîlyon Ukraynayî koçber bûne û zêdetirî 1080 sivîl jî hatine kuştin.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv