Adar 30, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyên erênî yên Rûsya û Ukrayna derbarê danûstandinên Stenbolê

Ukrayna û Rûsyayê derbarê danûstandinên duh li Stenbolê daxuyaniyên erênî weşandin. Di vê barê de Nûnera Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê gera dawî ya hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê de got: "Muhtemel e Moskow ji bo aştiyê amade bibe."

Têkildarî danûstandina di navbera Rûsya û Ukraynayê de, nûnerê Ukraynayê yê NY`yê Sergey Kiselizia got, civîna dawî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê hate lidarxistin, dide xuyakirin ku Moskow ji aştiyê re amade ye.

Kiselizia Her wiha got: "Îmzekirina peymanên bi armanca mîsogerkirina ewlehiya Ukraynayê dê tenê piştî vekişandina hemû hêzên Rûsyayê ber bi nuqteyên xwe yên 23`ê Sibata 2022`yan ve, pêkan bibe."

Cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê ku endamekî şandeya Rûsyayê ya diyalogan e Alexander Fomin anî ziman ku Rûsya biryar daye operasyonên leşkerî li Kiev û Chernihiv sivik bike.

Fomin da zanîn ku Rûsya ji gavên ku avêtine, armanc dike, baweriyê xurtir bike û şert û mercan peyda bike da ku danûstandin bi ser kevin.

Ji aliyê din ve di qada meydanî de jî Fermandariya hêzên Donetsk anî ziman ku piştî topbarana Ukraynayê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.

Nûnertiya Lugansk da zanîn ku hêzên Ukraynayê careke din bajarê Donetsk topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh daxuyandibû ku di 2 hefteyên derbasbûyî de, baregeheke sotemeniyê ya Ukraynayê li herêma Revn û 68 avahiyên leşkerî yên Ukraynayê ruxandine û 3 balafirên bê mirov tune kirine. Li aliyekî din jî 600 çeteyên biyanî yên li Ukraynayê kuştine.

Serepeyv