Li Kongoyê helîkoptera Neteweyên Yekbûyî ket xwarê; 8 aştîparêz hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332892-li_kongoyê_helîkoptera_neteweyên_yekbûyî_ket_xwarê_8_aştîparêz_hatin_kuştin
Artêşa Pakistanê şeva Sêşemê ragihand ku çend serbazên Pakistanî di ketina helîkoptereke aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî de li Komara Demokratîk a Kongoyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2022 10:04 Asia/Tehran
  • Li Kongoyê helîkoptera Neteweyên Yekbûyî ket xwarê; 8 aştîparêz hatin kuştin

Artêşa Pakistanê şeva Sêşemê ragihand ku çend serbazên Pakistanî di ketina helîkoptereke aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî de li Komara Demokratîk a Kongoyê hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Ofîsa Têkiliyên Giştî ya artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama ketina helîkoptereke hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî li Komara Demokratîk a Kongoyê de 8 parêzvanên aştiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Peywendiyên Giştî yên Artêşa Pakistanê, di wê bûyerê de 6 leşkerên Pakistanî ku di nav wan de pîlotek, hevpîlotek û 4 leşkerên din û 2 kesên ne Pakistanî jî hebûn, hatin kuştin.

Yekîneya Hewayî ya Pakistanê ji sala 2011an vir ve li Kongoyê di mîsyoneke parastina aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye.

Herêmên navendî, rojhilat û bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ev 20 sal in di nava aloziyê de ne.

Nekarîna artêşa Komara Demokratîk a Kongoyê û hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî ji bo jinavbirina komên çekdar, bûye sedema berbelavbûna bê ewlehî û bê îstiqrariyê li vî welatî.